امتیاز
5 / 0.0
خرید الکترونیکی (PDF)
مطالعه در اپلیکیشن فراکتاب
ت 15,000
نظر شما چیست؟

FERENGÎS

Her wext ku min, li kêleka parka Şîrîn a Kirmanşahê, peykerê jina tevir di dest de didît, min xeyal û hêvî dikir ku rojekê vê şêrejinê rojekê ji nêzîk ve bibînim û pê re biaxivim. Digotin Ferengîs li gundekî nêzikî Gîlanqerb dijî û naxwaze bîranîn xwe vebêje. Min dizanibû nivîsandina bîranîna wê dijwar e, lê her tim di hizra min de bû. Gund herî kêm sê sietan û nîv ji Kirmanşahê dûrtir bû. Çûyîn û hatina vî gundî ji bo jineke nivîskar dijwariyeke mezin bû. 

     

Demeke dirêj bû, min dixwest Ferengîsê bibînim û rojekê min navnîşan û jimareya wê ji hevaleke xwe stend. Ez, malbata minû heval, a ku jimare û navnîşana Ferengîsê dabû min ber bi gondê Gurê Sefîd bi rê ketin û me nîvro xwe da mala wê. Gava min Ferengîs dît, kelecanê ez girtim û ez pê serbilind bûm. Jineke bejnbilind û girs, bi destên mezin û dilrihm.   Gelekî bi şexsîyet bû. Her kesî rasterast got Ferengîs naxwaze bîranînên xwe vebêje.

     

Nedixwest jê vîdeo û wêne bên girtin. Bi salan ewqas jê wêne û vîdeo hatibûn girtin êdî westiyabû. Digot ewqas vîdeo û wêne dê pê çi bikin? Paşerojeke dijwar bû û niha jî dijwartir e. Ferengîs ji kesên ku ew ji bîr kiribûn gilî û gazinde dikir. Ew Ferengîsa ku navê wê di pirtûkan de hatibû nivîsîn û peykerê wê li bajêr hatibû çêkirin, niha li heman gundî li hemberî hezaran pirsgirêkan têdikoşiya. Ferengîsê nedixwest bîranên xwe vebêje. Digot bîraînên min ew tiştên ku heta niha bi çend baran min anîn ziman. Lê gava min jê re got ez dixwazim bîranîn te ji piçûkatiyê heta roja îro binivîsim, keniya û got ne gengaz lê gava hat bîra wê piçûkatiya min jî mîna ya wê di nav şer û gêrê de derbas bûye, qebûl kir. Çiyayê Çiqalevend bûbû sedema me têkiliya me. Ew çiyaym ku ji mala Ferengîsê baş dihat dîtin. Gelek  serpêhatiyên Ferengîsê li vî çîyayî hebûn û min jî ji bavê xwe derbarê vî çîyayî gelek tişt bihîstibûn. Ew bavê ku li vî çîyayî, çar salan li hemberî Iraqiyan şer kiribû. Gava ku min bi girî qala bîranîn bavê xwe yên li vî çîyayî kirin, rondik ji çavên Ferengîsê herikîn. Êşa me weke hev û yek bû. Ez û Ferengîs li wê derê bûn heval û min destûr jê stend ku mureteb biçim mala wê bîranîn wê binivîsim.

   

صفحات کتاب :
170

کتاب های مشابه FERENGÎS